Îran û Herêma Kurdistanê 55 girtiyan bi hev diguherin
Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, her aliyek 55 girtiyan bi hev diguhêrin.
Rêveberê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê Îhsan Baban îro 26.03.2025ê ragihand, bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 55 girtiyên îranî yên li Herêma Kurdistan – Iraqê ne, ji bo Îranê tên şandin.
Baban diyar kir, 31 girtî ji girtîgeha Silêmaniyê û 24 girtî ji girtîgeha Hewlêrê, dê radestî Komara Îslamî ya Îranê bên kirin.
Navborî diyar kir, li hember wê jî 55 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li Îranê ceza li wan hatine birîn, dê radestî Herêma Kurdistanê bên kirin.
Basnews
