HANA: Ji destpêka sala 2024an heta niha bi sedan kolber ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin
Rêxistina Mafê Mirov a HANA aşkera kir ku di destpêka sala 2024ê ve heta niha li navçeyên sînorî yên di navbera Rojhilatê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de 63 kolber hatine kuştin û 284 kolberên din jî hatine birîndar kirin.
Rêxistina Mafê Mirov HANA, ku rêxistineke serbixweye û binpêkirinên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê diweşîne, di raportekî de ragehandiye: “Di sala 2024ê de 59 kolber hatine kuştin û herwaha 271 korberên din jî birîndar bûne, piraniya qurbaniyan jî bi gule reşandina rasterast a Spaha Pasdaran a Îranê bûne qurbanî.”
Li gor raportê, ji ber gule reşandina hêzên hikûmeta Îranê 41 kolber hatine kuştin û 216 kolber jî birîndar bûne. Herwaha, 4 koberên din di encama teqîna mîna û yên din jî di encama bûyerên xwezayî û bûyerên trafîkê birîndar bûn.
Li gor amarên rêxistinê, di sê mehên yekem a sala 2025 de 4 kolber hatin kuştin û 13 kolberên din jî birîndar bûn, 2 ji wan bi teqîna rasterast a hêzên Îranê bûne qurbanî, du kolberên din jî ji ber serma û reniya berfê jiyana xwe ji dest dane. Amaje bi wê jî hatiye kirin ku tevahiya birîndaran ji ber teqînên hêzên Îranê birîndar bûn.
Berê jî di Tîrmeha sala borî rêxistina Human Rights Watch di raportekî de ragehand: “Hêzên ewlekarî yên Îranê Kurdên ku wek kolber kar dikin û di ser sînor re baran vediguhêzin, dikujine.”
Rêxistinê di raporta xwe de, desthilatên Îranê bi bikaranîna hêzeke zêde û kujer li dijî kesên ku piraniya wan Kurd in, ji sînorê Iraqê de sînor derbas dikin bo veguhestina kelûpelan ji bo firotinê, tawanbar kir.
Basnews
