• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî gihişte Dohayê û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya

Gulan Media March 25, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî gihişte Dohayê û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihişte Dohayê û ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24.03.2025 bi serdaneke fermî gihîşt Doha, Paytexta Qeterê û bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî re civiya.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin û li ser bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

 

Basnews

Top