• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbata Hacî Mîrxan Dolemerî dike

Gulan Media March 24, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî serexweşiyê li malbata Hacî Mîrxan Dolemerî dike

Serokê Herêma Kurdistanê di behînameyekê de serexweşiyê li malbata Hacî Mîrxan Dolemerî dike, ev jî teksita behînameya wî ye:

Ez serexweşiyê li malbata kesatiyê diyar, Pêşmerge û tekoşer, Berpirsê Dezgeha Îlon û Gulanê li Soranê Hacî Mîrxan Dolemerî dikim, ku mixabin îro ji ber rûdaneke trafîkê canê xwe ji dest da.

Ez hevsoz û hevxemê malbata rêzdar û kesûkar û heval û hevkarên Xudêjêrazî me, ji Xudayê mezin dixwazim bi rehm û dilovaniya xwe wî şa bike û sebir û hedarê jî bi hemiyan bide.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

23.03.2025

 

K24

Top