Kovarekî Amerîkayê: Hûsiyan li Kerkûk û du parêzgehên Iraqê ofîs vekirine
Kovara Foreign Policy ya Amerîkayê aşkera kir, Hûsiyên Yemenê li Bexda û Kerkûk û başûrê Iraqê ofîs vekirine û dibêje: Li binkeyekî leşkerî yê Xalis perwerdeya leşkerî dikin.
Kovara Foreign Policy ya Amerîkayê raportek derbarê pêgeh û tevgera Hûsiyên Yemenê de belav kir û aşkera kir: Di çend salên borî de berpirsên payebilind ên Hizbulah û Sipaha Pasdarên Îranê bi perwerde û danûstanên zanyariyên îstixbaratê, piştevaniya Hûsiyên Yemenê kirine. Ew lêkolîna me ya me li ser tevgera wan kiriye û di encamê de aşkera bûye ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed a sala borî, beşek piranî ji berpirs û fermandarên Hizbulahê ku li Sûriye û Lubnanê bicîh bibûn, bi taybet jî beşek ji berpirsên milîsên Şîeyên Iraqê ji bo Yemenê hatine veguhestin.
Li gor heman kovarê ragehandiye: ‘’Di lêkolînên me de çalakî û tevgera sînor bezandina Eniya Berxwedayê li seranserê eniyên Lubnan – Sûriye – Iraqê heta Yemenê, aşkera bûye ku Hûsî li Iraqê jî hene.
Herwaha Iraqê jî agahdar dike û dibêje: Hûsiyan baskek li Bexdayê û ofîsekî biçûktir li Kerkûkê û başûrê Iraqê heye.
Çend çavkaniyan ji Foreign Polîcy re aşkera kirine ku; ‘’Çekdarên Hûsî li kampeke Xalis a parêzgeha Diyala tên perwerde kirin, ku navçeyeke ku ji aliyê Ketayîbên Hizbulaha Iraqê ve tê kontrol kirin.
Di beşek din a raportê de tê gotin: ‘’Beşek ji çekdarên Heşdî Şeibî yên ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, di heyama 3-4 mehên borî de hatine perwerde kirin û piştre çûne Yemenê.
Herwaha tê gotin: Hûsiyan pêgeha xwe li Iraqê bihêz kiriye û çend kompanya û şîrketên veşartî vekirine û ji Iraqê piştevaniya darayî ji bo Hûsiyan dabîn dikin.
Basnews
