• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Niccolo Fontana rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Gulan Media March 21, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Niccolo Fontana rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Adarê, pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana kir.

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand: “Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone amade bû, pêşhatên dawî û guhertinên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê sw hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî di warên curbicur de, bi taybetî piştgirîkirina çaksaziyên hikûmetê, veberhênan û bazirganiyê hat kirin.

 

K24

Top