• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Balyozê Australyayê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî kirin

Gulan Media March 21, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Balyozê Australyayê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên dualî kirin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Adarê li gel Balyozê Australyayê li Iraqê Glenn Miles civiya û behsa bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Australyayê de kirin.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr û Balyozê Australyayê li Iraqê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, li ser bingehê destûr û rêzgirtina li qewareya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.

 

K24

Top