• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Daniel Rubinstein pêkanîna kabîneya nû gotûbêj kirin

Gulan Media March 21, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Daniel Rubinstein pêkanîna kabîneya nû gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Adarê, pêşwazî li Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Iraqê, Balyoz Daniel Rubinstein kir.

Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de ragihand: “Di civînê de, ku, Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Fagin amade bû, guftûgo derbarê rêkar, gav û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Serokê Hikûmetê diyar kir ku pêvajo bi awayekî baş û erênî birêve diçe û li ser karnameya hikûmetê jî lihevhatin çêbûye.”

Di beşeke din a gotûbêjan de, tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê hat kirin.

Herdu alî li ser pêwîstiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û nehîştina hemû astengiyan di vî warî de hevnêrîn bûn.

 

K24

Top