Trump cejna Newrozê pîroz dike
Koşka Sipî ragihand, Amerîka pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelên ku Newrozê pîroz dikin, dike.
Koşka Sipî îro 20ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Newroz cejneke kevnar e û destpêka biharê ye. Di heman demê de ev kevneşopiyek demdirêj a amadekirina ji bo sersalê ye.”
Hevdem Serokê Amerîkayê Donald Trump jî derbarê Newrozê de got: “Bi navê gelê Amerîkayê ez cejna Newrozê li hemûyan pîroz dikim û hêvîdar im her kes cejn û kêliyên xwe yên Newrozê bi xweşî derbas bikin.”
Newroz, wek destpêka sersalê li dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn tê pîrozkirin û her yek ji wan welat û neteweyan bi awayekî çalakiyên cejna xwe dikin.
Newroz ji bo gelê Kurd, sembola azadî, berxwedana li dijî zilmê û serketinê ye. Her sal di 20ê Adarê de li hemû gund, bajar û bajarokên kurdan bi vêxistina agir û lixwekirina cilûbergên kurdî Newroz tê pîrozkirin.
K24
