• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê re civiya

Gulan Media March 20, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê yê Îraqê re civiya

 Serokê Herêma Kurdistanê, Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Nicolo Fontana daxuyaniyek belav kir.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Îtalyayê, pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên hevkariyê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku aliyan daxwaza xwe ya hevbeş a ji bo bipêşxistina pêwendiyên dualî û zêdekirina hevkariyên di warên cuda de anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî “erênî” berdewam e.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Îtalyayê yê Hewlêrê jî amade bû.

Hat destnîşankirin ku ji bilî pêşhatên li herêmê, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û mijarên din ên herêmî jî hatin gotûbêjkirin.

 

Rudaw

Top