• Monday, 09 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Nuxşe Nasih dibe Parêzgera Helebceyê bi wekalet

Gulan Media March 20, 2025 Nûçe
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Nuxşe Nasih dibe Parêzgera Helebceyê bi wekalet

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê nivîsarek parve kiriye ku tê de hatiye, “Ji ber xanenişînbûna Parêzger û Cîgirê Parêzgerê Helebceyê, biyar hat dan ku Nasih Salih wî postî bi wekalet bi rê ve bibe.”

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 19.03.2025) nivîsarek parve kir û ragehand, “Amaje bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber xanenişînbûna Parêzger û Cîgirê Parêzgerê Helebceyê, biryar hat dan bi:

 Raspartina Qayimqama Qezaya Navendî ya Helebceyê Nuxşe Nasih ji bo birêvebirina erkên parêzgeha Helebceyê bi wekalet, tevî karên xwe.

Ev ferman ji roja derkeftina fermana Serokê Hikûmetê tê bicihanîn.

 

 

Top