• Monday, 09 February 2026
logo

Di nameya Trump a ji bo Xamineyî de, du meh derfet tê dayîn, ku Îran rêkeftina atomê ya nû îmze bike

Gulan Media March 20, 2025 Nûçe
Di nameya Trump a ji bo Xamineyî de, du meh derfet tê dayîn, ku Îran rêkeftina atomê ya nû îmze bike

Berpirsekî Amerîkî ji malpera Asxios re ragehandiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump tenê du meh muhlet da Rêberê Îranê Ayetulah Elî Xamineyî da ku li ser peymaneke nû ya atomê razî bibe. Di berdêla wê de eger li hev nekin, dibe ku Amerîka û Îsraîl li navendên nuklerî yên Îranê bixin.

Li gorî wê malper, bernameya atomî ya Îranê di heyama 4 salên borî de pêşketinên berçav bi dest xistiye û ji her demê zêdetir nêzîkî berhemanîna çekên atomî bûye. Li gorî Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, stokên uraniyûma dewlemendkirî ya Îranê ji sedî 60 têra çêkirina 6 bombeyên atomî dike, lê Tehran daxwaza çekên atomî red dike.

Beriya du heftiyan Trump di hevpeyvîneke li gek kanala Fox News aşkera kirk u nameyek ji bo rêberê îranê şandiye û pêşniyara danûstandinê a rastexwe kiriye. "Em nikarin destûrê bidin wan ku bibin xwedî çekên nukleerî. Dê di demek nêzîk de tiştek biqewime. Ez peymanek aştiyê dixwazim, lê vebijarkên din dê pirsgirêkê çareser bikin," wî got rojek şûnda.”

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Mike Waltz got ku Îran li ber du bijardeyan e. An bi tevahî dev ji hemî pêşbaziyên bernameya xwe ya navokî berde, di nav de mûşek, çek û zengînkirina uranyumê, an jî rûbirûyî rêzek encamên din bibin. Wî her wiha got ku rêveberiyê rêyeke zelal ji vê rewşê re pêşkêş kiriye.

 

 

Basnews

Top