Rêvebirê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov: Ew hewl didin ku Rewangeha Sûriyê rawestînin û min bi Elewîbûn tawanbar dikin
Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman ragehand: Hewl didin min bi elewîbûn tawanbar bikin û bi wê hincetê dixwazin karên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov bên rawestandin.
Wî rêvebirî ji çapemeniyan re ragehandiye, Îxwan Muslîmîn ez bi Elewîbûna min tometbar kirim, ji bo ku tevlîheviyê ava bikin, lê Rewangeha Sûriyê alîgirê hemwelatiyên sivîl yên Sûriyê bêy ku guh bide dîn û mezheb û pêkhateyan, dema ku Elewî rastî komkujiyê hatin, Rewangehê bê alî agahî veguhesin.
Ev di demekî de ye ku Rewangeha Sûrî ya ji bo mafên Mirov, di dema borî de romala kuştin û komkujiya Elewiyan a bi destê hêzên Ehmed Şera li Sûriyê de kir û hejmara kuştiyan jî belav kiriye.
Basnews
