• Monday, 09 February 2026
logo

Civîna PDK û YNKê ya li Hewlêrê bi dawî hat

Gulan Media March 19, 2025 Nûçe
Civîna PDK û YNKê ya li Hewlêrê bi dawî hat

Civîna îro ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bidawî hat, û her du alî di wê civînê de gehiştin dawî reşnivîsa hevpar ji bo qonaxa bê, ku ji bo pêkanîna hikûmetê û dezgehên din û baştir xizmetkirina welatiyan dibe amrazek.

Li gor nûçeya Kurdistan 24ê, îro 18.03.2025, “Civîna her du şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li bingeha serekî ya Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê hat kirin, tewerê serekî yê wê civînê jî pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”

Dawî civîna PDK û YNKê li roja Çarşema 26ê Şibata 2025ê bû, ku berdewamkirina civîna pêştir bû û li bajarê Silêmaniyê hatibû kirin. Di wê civînê de, reşnivîsa 15 rûpelî hatibû amadekirin ku ji bo karê hevpar û pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bingeh be.

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê û Endamê  Şanda Danûstandinan a PDKê Piştîwan Sadiq li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî ya Facebookê nivîsiye, “Her du şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê îro 18ê Adara 2025ê li bingeha Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê li Hewlêrê civîneke erênî kir.”

Her du alî di wê civînê de gehiştin dawî reşnivîsa hevpar ji bo qonaxa bê, ku ji bo pêkanîna hikûmetê û dezgehên din û baştir xizmetkirina welatiyan dibe amrazek.

 

 

Basnews

Top