• Monday, 09 February 2026
logo

ENKSê û Mezlûm Ebdî danûstandin li ser lihevkirina HSD û Şamê kirin

Gulan Media March 15, 2025 Nûçe
ENKSê û Mezlûm Ebdî danûstandin li ser lihevkirina HSD û Şamê kirin

Berdevkê ENKSê radigehîne ku, şandeke wan bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civiya û pê re danûstandin li ser dawî pêşhatên Sûriyê kirin.

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif îro 14.03.2025 ragehand ku, şandeke wan duh Pêncşem, 13.03.2025 bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û bi awayekî giştî danûstandin li ser rewş û pêşhatên Sûriyê kirin.

Feysel Yûsif amaje jî da, “Her du aliyan li ser lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî danûstandin kirin û nerînên xwe li hev guhertin.”

Navbirî ron jî kir, “Her du alî li ser pêkanîna şandeke hevgirtî û hevpar ji bo destpêkirina gengeşe û danûstandinan bi desthilatdarên Şamê re li ser mafên gelê Kurd li Sûriyê hevnerîn bûn.”

Serokatiya Komara Sûriyê li roja Duşemê (10.03.2025) lihevkirina Serokê Sûriyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand, ku yekparçeyîya axa Sûriyê serekîtirîn xala wê lihevkirinê ye.

Li dû wan zanyarên ku Serokatiya Sûriyê parve kirine, hêzên HSDê têkelî sîstema bergiriya niştîmanî ya Sûriyeyê tên kirin, herwesa deriyên sinorî, balafirxane, zeviyên petrol û gazê û hemî dezgehên sivîl ên bakurê rojhilatê Sûriyê bi Şamê ve tên girêdan.

 

 

Basnews

Top