Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke serxwaşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber koça dawî ya Serokê Qewal û Endamê encûmena Ruhanî yê Êzidiyan, nameyeke sersaxiyê pêşkêşî malbata Serokê Qewalan kir.
Îro 13.03.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Serokê Qewal û Endamê encûmena Ruhanî yê Êzidiyan Behzad Silêman Svo, nameyeke sersaxiyê belav kiriye û radigehîne: “Ez ji bo koça dawî ya birayê Dr. Ebdulezîz Silêman, Behzad Silêman Sivo, serokê Qewal û encamê encûmena ruhanî ya Êzidiyan sersaxiyê li malbata we dikim û xwe hevparê xema we dizanim.”
Herwaha dibêje: “Ez ji xwedayê mezin xwazyarim ku canê Behzad Silêman, Serokê Qewal û endamê Encûmena ruhanî yê Êzidiyan, bi biheştê şad bike û sebir û aramiyê jî bi malbata wê bibexşe.”
Naveroka nameya sersaxiyê ya Serokê Hikûmetê:
Birêz Qewal Behzad Silêman Sivo
Serokê Qewal û endamê Civata Ruhanî ya Êzidiyan
Ji bo koça dawî ya birayê we (Dr. Ebdulezîz Silêman), sersaxiyê ji malbata we ya birêz dikim û şirîkê xema weme. Xwedayê mezin canê wî bi biheşta zêrîn şad bike û Sebir û aramiyê bi we bibexşe.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma kurdistanê
