Rewandiz – Mîn di 3 kesên ku hevalên hevbûn de teqiya û kesek ji wan canê xwe ji dest da
Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Soranê ragehand, 3 kesên ku hevalên hevbûn çûne ser çiyayekî sînorê Rewandizê û mîn di wan de teqiya ye û ji ber wê yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.
Îro 13.03.2025ê Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Soran Karwan Mîrawdelî ragehand: ‘’Îro serê sibehê 3 kesên ku hevalên hevbûn çûne çiyayê Role ya li sînorê qeza Rewandizê û li wê derê mîn di wan de teqiya ye û di encamê de kesek bi navê Mihemed Hesen jiyana xwe ji dest da û naha tîmên me kar dikin termê wî bînin.’’
Li gor zanyariyan Mihemed Hesen zewîcî ye û xelkê gundê Colemêrg a li sînorê qeza Xelîfanê ye.
Basnews
