Mesrûr Barzanî pîrozbahî li klûba futbolê ya Duhokê kir
Şeva borî lîstoka di navbera klûba futbolê ya Duhokê û klûba Îtîfaqî Siûdî li stadyuma navnetewî ya Duhokê birêve çû, ku klûba Duhokê karî serkeftineke mezin tomar bike û geheşt fînala lîstoka kupaya Kendavê.
Bi boneya serkeftina klûba Duhok ya li hember Îtîfaqa Siûdî û geheştina fînala kupaya Kendavê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyamekî pîrozbahiyê belav kir û nivîsand: ‘’Pîrozbahiyekî germ li klûba werzişî ya Duhokê dikim, ku geheştin fînala kupaya Kendavê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Destxweşiyê li serok û temamê werzişvan û alîgirên klûba werzişî ya Duhokê dikim û heviya serkeftin û pêşketina zêdetir ji bo wan dixwazim.’’
Basnews
