Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê di salvegere peymana 11ê Adarê de peyamek belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê Adarê peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Em îro destkeftek girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzaniyê nemir bibîr tînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa.”
Serokê Hikûmetê teqez kir: “Di salvegera peymana 11’ê Adara 1970’an de, em careke din diyar dikin ku gelê Kurdistanê her tim xwastiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa. Lê ew ê bi her awayî mafên xwe yên destûrî biparêze û dest ji wan bernade.”
Mesrûr Barzanî got: “Bi vê boneyê em tekezî li ser çareseriya bingehîn û dawî ya kêşeyên xwe yên ligel hikûmeta federal li ser bingehê rêzgirtina destûr, peyman û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin.”
di 11ê Adara 1970î de bi serokatiya Mistefa Barzanî peymaneke dîrokî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, bi awayekî ku daxwazên şoreş û gelê Kurdistanê pêk hatibûn. Ew peyman û nasîna mafên Kurdan, bûbû havêna beşeke mezin a destkeftên li pey wê.
