• Tuesday, 10 February 2026
logo

Amerîka: Divê ew kesên li Sûriyê komkujî pêkanîne lêpirsîn li gel wan bê kirin

Gulan Media March 10, 2025 Nûçe
Amerîka: Divê ew kesên li Sûriyê komkujî pêkanîne lêpirsîn li gel wan bê kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwazê ji desthilata demkî ya Sûriyê dike ku, divê lêpirsînê li hember wan kesên ku komkujiyên vê dawiyê yên peravê pêkanîne bike. Birêvebera Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê jî dibêje, “Sûriye niha ji aliyê endamekî kevn ê El Qaîdê ve tê birêvebirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio ragehand, “Amerîka wan teroristên Îslamî yên tundrê û cîhadî yên biyanî şermezar dike, ku di çend rojên borî de welatiyên sivîl li rojavayê Sûriyê komkuj kirine.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand: “Desthilata demkî ya Sûriyê divê lêpirsînê li gel wan kesên ku komkujiyên li dijî kêmaniyên Sûriyê pêkanîne bike.”

Marco Robio serexweşî li qurbanî û malbatên qurbaniyan kir û tekez jî kir, “Amerîka bi kêmaniyên olî û neteweyî yên Sûriyê yên, wekî Xirîstiyan, Durzî, Elewî û Kurdan re dimîne.”

Birêvebera Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Tulsi Gabbard jî di peyamekê de li ser rewşa Sûriyê got, “Ew kesê ku niha Serokê Sûriyê ye endamê berê yê Rêkxistina El Qaîdê bû û tevlî kuştina serbazên Amerîkayî bûye.”

Tulsi Gabbard tekez kir, “Serokê Sûriyê yê demkî tevlî zulma li kêmaniyên Sûriyê bûye.” Herwaha got: “Ew kesê ku niha Sûriyê birêve dibe Îslamiyekî tundrê ye, ku li dijî Amerîkayê şer kiriye û ji çareya Amerîkayê hez nake.”

Şer û pevçûn roja Pêncşema borî 06.03.2025ê li devera peravên Sûriyê di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyê ya nû û alîgirên rijêma Esed de çêbûn.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hejmara kuştiyan heta danê êvarê yê roja Şemiyê gihîşt 1018 kesan, di nav wan de 745 sivîl in ku piraniya wan Elewî ne.”

 

Basnews

Top