• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hindistanê komekê tecawizî 2 jinan kir

Li Hindistanê komekê tecawizî 2 jinan kir

Polîsê Hindistanê ragihand, komekê tecawizî 2 jinan kiriye ku yek ji wan geştyareke Îsraîlî ye û geştyarekî mêr jî hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hindustan Timesê, komeke geştyaran a 5 kesî ji bo geştê çûbû cihekî nêzî herêmeke Mîrasê ya UNESCOyê ya li başûrê welêt û di nav wan de geştyareke 27 salî ya Îsraîlî jî hebû.

Dema wan bi şevê li stêrkan temaşe dikir 3 êrişker nêzîkî wan bûne û ji wan pere xwestine.

Pişt re di navbera her du aliyan de nîqaş derketiye.

Piştî nîqaşê êrişkeran geştyarên mêr avêtiye coyeke avê ya nêzik û tecawizî geştyara Îsraîlî û jina Hindistanî ya xwediya mala ku geştyar lê diman kiriye.

Geştyarê mêr di coya avê de xeniqiye.

Polîs da zanîn ku êrişker bi tohmeta hewldana kuştinê, tecawiz û talankirinê hatine desteserkirin.

 

Rudaw

Top