• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraq li Ummanê dicivin

Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraq li Ummanê dicivin

 Şandeke pilebilind a çar welatên Îslamî yên Rojhilata Navîn ji bo gotûbêjkirina pêşhatên navçeyê û hemahengiya ji bo şerê li dijî terorê, dicivin.

Ajansa “Reuters” ragihand, şandên pilebilind ên Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraqê dê sibê li Ummanê, Paytxta Urdinê bicivin. 

Pêştir jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan gotibû, her çar welatên îslamî dê yekem civîna xwe li Urdinê bikin, ji bo gavan di warê têkoşîna hevpar a li herêmê li dijî DAIŞ'ê de bavêjin.

Li gor Reutersê, wezîrên derve, berevaniyê û serokên dezgehên îstixbaratê yên her çar welatan dê beşdarî civînê bibin. 

Ji dema rûxandina Beşar Esed di meha Berçileya borî de, welatên rojava û navçe hişyariyê ji egera vegera DAIŞê didin.

 

 

Basnews

Top