Alîkariyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rizgarbûyên DAIŞê tên belav kirin
Alîkariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adarê di Roja Jinan a Cîhanî de li ser welatiyên Êzidî yê ji destê DAIŞê rizgar bûne, tên belavkirin.
Serokê Desteya Bilind a Binkeya Rewşenbîrê û Civakî ya Laleşê Seîd Cirdo ji K24ê re got: “Ev şeş meh in ku alîkariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser zêdetirî 3 hezar û 500 welatiyên Êzîdî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, tê dabeşkirin.
Seîd Cerdo da zanîn: “Parvekirina alîkariya serokwezîr bi heyama çend rojan li her çar liqên Binkeya Laleş, Şêxan, Şarya, Xankê û Dêrabûnê berdewam dike. Herwiha kesên rizgarbûyî yên ku çûne derve jî dikarin bi rêya birîkarên xwe vê yekê alîkariyê werbigirin.”
Biryara dana vê alîkariyê ji bo meha Mijdarê ya sala borî vedigere, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wî ji bo sê hezar û 574 kesên Êzidî dabîn kir, xasma jî ji bo wan ên ku ji bin destê DAIŞê raizgar bûne.
Basnews
