Mesrûr Barzanî bi peyamkî 8ê Adarê li jinên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya roja jinên kedkar ên cîhanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir û ragehand: ‘’Rêz û pêzanînên me hene ji bo xebat û tekoşîn û rola diyar a jinên Kurdistanê di dîroka gelê Kurdistanê de.’’
Îro 08.03.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 8ê Adarê peyamek belav kir û ragehand: Bi boneya roja jinên kedkar ên cîhanê pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Herwaha ragehand: ‘’Rêz û pêzanînên me hene ji bo xebat û tekoşîn û rola diyar a jinên Kurdistanê di dîroka gelê Kurdistanê de heye ku berdewam mînaka niştimanperwerî û jîrî û canfedayî û qurbanîdan bûn.’’
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de balkêşa ser wê yekê ku; ‘’Cîhê keyfxweşiyê ye îro jin li Herêma Kurdistanê xwedî rolekî berçav û çalakin di saziyên Herêma Kurdistanê de û em pêbendin zêdetir derfeta wekheviyê li pêş jinên Kurdistanê ava bikin û bilindkirina rêjeya zêdetir û asta beşdariya wan a di warên cuda cuda yên rêveberiyê de, herwaha tekoşîna hemû cure tundiyê û cudakariyên li dijî jinan bikin.
Dawiya peyama xwe de Serokê Hikûmetê diyar kir: 8ê Adarê pîroz be û hêviya pêşketina zêdetir ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.
Basnews
