• Monday, 09 February 2026
logo

Bazirganek: Li Brîtanyayê daxwaziyeke zêde li ser berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê heye

Bazirganek: Li Brîtanyayê daxwaziyeke zêde li ser berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê heye

 Hinardekirina berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê berdewam e. Bazirganek jî dibêje, “Li vê derê daxwaziyeke zêde li ser wan berheman heye. Niha ji bilî Kurdan, welatiyên welatên din jî wan dikirin.”

Rizgar Akreyî, ku bazirgan e û ev ji bo dema pênc salan e berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê hinadeyî Brîtanyayê dike, ji peyamnêrê K24ê Dilovan Îmadedîn re ragehand, “Li destpêkê me arêşe li gel berbazarkirina berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê hebûn, ji ber ku tenê ew Kurdên li vê derê dijîn ew berhem dikirîn, lê niha welatiyên Brîtanyayê û welatên din jî dikirin û daxwaziyeke zêde li ser wan heye.”

Rizgar Akreyî amaje jî da, “Em niha gelek cûnên berheman, xasma jî simaq, birinc û tehînê, ji Herêma Kurdistanê tînin Brîtanyayê û li vê derê berbazar dikin.” Herwesa got, “Daxwaziyeke zêde li ser simaqa Kurdî heye û xasma jî gelek xwaringehên Brîtanyayê wê daxwaz dikin.”

Navbirî ron jî kir, “Hemî ew berhemên ji Herêma Kurdistanê hinardeyî Brîtanyayê tên kirin navên Kurdî li ser in. Herwesa em cûnekê çipsên Kurdî jî bi navê Kake li vê derê difiroşin, ku daxwaziyeke zêde li ser heye.” Tekez jî kir, “Me pilan heye ku em li paşerojê gelek cûnên berhemên din ên Kurdî jî hinardeyî Brîtanyayê bikin.”

 

K24

Top