Ji tirsa revandina mêvanan, daxwaz tê kirin kungireya lûtkeya welatên Erebî li Bexdayê neyê kirin û ji bo Hewlêrê bê veguhestin
Biryar bû lûtkeya welatên Erebî li Bexdayê birêve biçe û siyasetmedarekî Iraqî jî daxwaz dike ku bo parastina aborî ya Iraq û parastina mêvanan, ew lûtke li bajarê Hewlêrê bi rêve biçe.
Siyasetmedarê Iraqî Mîsal Alûsî li ser tora civakî Xê daxwazek ji serokomar û Serokwezîr û wezîrê Derve yê Iraqê kiriye û dibêje: Ji bo parastina pêgeha Iraqê û ne şermkirina Iraqiyan, divê lûtkeya Erebî li paytexta Kurdistanê Hewlêrê bê veguheztin û li Bexdayê neyê kirin.
Herwaha sedema wê aşkera dike û dibêje: “Ji bo garantî kirina ewlehî û aşitiya mêvanan û başdarvanên lûtkeyê, taku neyên revandin û neyên teror kirin ji aliyê milîsan ve ku karên terorîstî dikin, ku berê xwasteka xwe bo terorkirina Paşa û Serokan tekez kirine, Hikûmet û milîsên wê nikarin tiştekî wiha birêve bibin. Ez nabêjim ku bedewiya Bexdayê bi destê bêhiş û fêlbazan hatiye hilweşandin û bi kêmanî bedewiya Hewlêrê wê têkçûnên we veşêre.”
Biryare 17ê meha 5 a 2025, lûtkeya welatên Erebî li Bexdaya paytexta Iraê birêve biçe.
Rudaw
