• Tuesday, 10 February 2026
logo

Daxwaza zêdekirina kursiyên kota tê kirin

Daxwaza zêdekirina kursiyên kota tê kirin

Pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê daxwaz dikin kursiyên kota ji 5ê bibe 15 kursî û yasaya helbijartinê jî bê nûjenkirin.

Îro 06.03.2025ê Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Nêrîna hemû pêkhateyan wisa ye, kursiyên me ku bên zêde kirin û bibe 15 kursî û 11 ji bo pêkhateyên netewî be, 4 kursî jî ji bo pêkhateyên olî bin.’’

Herwaha got: ‘’Em wek pêkhateyên Herêma Kurdistanê, daxwaza nûjenkirina yasaya helbijartinê dikin, ku bikarin behsa mafên xwe bikin.’’

Derbarê pêkhateyên sînorê Deşta Nînowa de Aydin Maruf got: ‘’Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, xem li pirsgirêka Mûsilê bixwin, ji ber pêkhate li Deşta Nînowa û Şingal û Telaferê rewşa wan xirabe û pêwîstiya wan bi hewarçûnê heye.’’

 

Basnews

Top