Joey Wilson: Divê çeteyên Heşdî Şeibî bên rawestandin
Endamê Kongira Komariyan û kesayetiyê nêzîkî Donald Trump Joey Wilson di tora civakî ya Xê de ragehandiye, Heşdî Şeibî komeke terorîste divê bê rawestandin.
Wilson dibêje: Rayedarên Iraqê êdî nikarin fêl li kesî bikin, Heşdî Şeibî ku komeke terorîstîne û ji aliyê Îranê ve tên piştgîrîkirin û tenê bersiva desthilatdarên Îranê didin, bi awayekî yasayî bûne beşek ji dewlata Iraq û ji aliyê Iraqiyan ve alîkariya darayî ji wan re tê dayîn.”
Navborî di beşeke din a nivîna xwe de dibêje: “Pêwîste ev çetane bên rawestandin, hilweşin û bên dadgehî kirin.”
Wilson di çend nivîsên xwe yên din de, daxwaza sizakirina grûpên li Iraqê kiriye ku piştgiriya siyaseta Îranê dikin, herwiha daxwaza rawestandina vekişandina pere ji Iraqê û sizakirina bankên ku bi awayekî neyasayî pereyan li Iraqê diguhezînin.
Basnews
