Li Bolîvyayê otobûs û mînîbûsekî li hevdan: 25 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
Li Bolîvyayê ji ber otobûsa rêwiyan û mînîbûsekî li hevdan, 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 26 kesên din jî birîndar bûn.
Dozgerê Herêma Potosî ya Bolîvyayê Gonzalo Aparicio ragehand, otobûsa rêwiyan a ji bajarê Oruro bi rê ket, di rêya navbera Potosî û Oruro de li gel mînîbûsekî li hevdan û diyar kir di bûyerê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, 26 kesên din jî birîndar bûn.
Rayedaran ragehand, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpê kirin.
Basnews
