• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Rêveberiya giştî ya trafîka Bexdayê 3 milyar û 300 milyon dînar hat dizîn

Li Rêveberiya giştî ya trafîka Bexdayê 3 milyar û 300 milyon dînar hat dizîn

 Îro 04.03.2025ê dadgeha lêkolîna Resaf bi tometa gendelî û spîkirina pare li rêveberiya giştî ya trafîka Iraqê, 4 kes bi tometa diziya 3 milyar û 300 milyon dînaran dadgeh kirin.

Ragehandina Dadgeha Bilind a Iraqê di beyanameyekî de ragehand, ew pareye ku li rêveberiya giştî ya trafîka Iraqê hatiye dizîn, 3 milyar û 300 milyon dînare û ew pare di nav malekî nehatî temamkirin de li navçeya Şeibî ya Bexdayê li gel mîqdarekî zêr hatibû veşartin û hat dîtin.

Hat ragehandin ku tometbar bûrayê ango birayê hevjîna tometbarê serekî ne, ku berê dadgehê biryar dabû bê girtin û li ser diziya pare lêkolîn li gel bê kirin. Naha jî lêkolîna li ser heman dosyayê berdewame.  

 

Basnews

Top