• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Îslamiya Iraqê dike

Serok Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Îslamiya Iraqê dike

Îro 03.03.2025ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyekî bilind a Partiya Îslamî ya Iraqê ya di serokatiya Serokê Şûraya Partiya Îslamî ya Iraqê Eyad Samerayî kir.

Di hevdîtinê de rewşa ewlehî, siyasî û guhertinên dawiyê yên li navçeyê û bandorên wan li ser rewşa Iraqêû herwaha pêwîstiya hemahengiya aliyên siyasî yên Iraqê ji bo baştirkirina proseya siyasî û parastina seqamgiriyê hat gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de baldarî li ser qonaxa paşerojê ya proseya siyasî ya Iraqê û helbijartinan û behsa pêbendiya bi bingehên hevbeşiyê di rêveberina welat a di çarçoveya destûrê de hat kirin.

Metirsiyên derketina teröre û karkirina hevbeş a aliyan ji bo derbaskirina astengiyan mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.  

 

Basnews

Top