Arif Ruşdî: Proseya aştiyê li Tirkiyê serkeftî be, Başûrê Kurdistanê jî dê zêdetir pêş bikeve
Şêwirmendê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, behsa proseya aştî û peyama Ebdulah Ocalan dike û dibêje: “Ji bo wê bangê hem ji aliyê Tirkiyê hem jî ji aliyê PKKê ve zemîn pêwîst e.”
Şêwirmendê Mekteba Siyasî ya PDKê, ji BasNewsê re ragehandin: “Eger pirsgirêka kurd li Bakûrê Kurdistanê bê çareserkirin, li hemû parçeyên din ên Kurdistanê wê encamên erênî bi xwe re bîne, bitaybetî li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku çendîn sale ew şerê nexwastî li ser navçeyên me de hatine sepandin, sedan gundên me neçarî koçberiyê kiriye û ziyanên zêde ber dexl û danan ketiye, heta niha sedan kes şehîd bûne, ku ti pêywendiya wan bi şer ve nebûne. Eger şer raweste dê ev dever ji şer bên valakirin, hêzên pêşmerge cîhên xwe bigrin, gundî vegerin, dê di navbera me û Tirkiyê de başbûneke aborî, civakî û ewlekarî çêbibe.”
Herwaha ragehand: “Peyama Ocalan pir zelale û pêwîstî bi şiroveyê nake, dibêje serdema çek nema û divê PKK xwe hilweşîne û çek dayne, divê bi nermî siyasetê bike û di çarçoveya demokrasiyê de nasnameya kurdî peyda bike û aşiyiya civakî vegere bo Tirkiyê û peyama Ocalan ji bo hemû grûpên PKKê ne, nek hêzekî diyarkirî, li gor bangewaziyê ew peyam hemû grûpên siyasî yên ser bi PKKê digre nav xwe.”
Şêwirmendê Mekteba Siyasî yê PDKê herwaha got, “Girîng e ku zemîn bo wê peyamê hebe, ew tişta ku li ser Ocalan hebû hat cîbicîkirin û top li qada Tirkiyê ye û PKK jî bi erênî bersiv da peyama Ocalan Ew rêbertiya partiyê kiriye û qebûl dike ku dema PKK ava bû zemîneke taybet ji bo avakirina wê hebû, niha dibêje ew zemîn nemaye dikare bi awayê din xebatê bike.”
Basnews
