Brîtanya bi qasî 2 mîlyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê dike
Kanala SKY News a Erebî ragehandiye ku Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer ragehandiye, Qiraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya bi bihayê 2 mîlyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê dike, ku 5 hezar mûşekên berevaniya esmanî li xwe wergirtiye, eve jî beşek e ji berdewamiya alîkariya wê bo Ukraynayê li hember êrîşên Rûsyayê ye.
Starmer dibêje: “Çendîn welatan amadebûna xwe diyar kirin ku bibin beşek ji hevpeymaniya Ewropî ya ku dixwaze alîkariya Ukraynayê bike, lê navê yek ji wan welatan neaniye ziman.”
Starmer behsa wê jî kiriye, ku welatê wî û Fransa, kar bo pilana rawestandina şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de dikin, di heman demê de wê jî radigehandiye: ““Donald Trump aştiyeke mayînde li Ukraynayê dixwaze, lewra garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê ji bo berdewamiya aştiyê girîng in.”
Roja Yekşemê, Brîtanya mêvandariya lûtkeya rêberên Ewropî bi amadebûna Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky kir ku şerê li Ukraynayê û rêyên rawestandina wê gotûbêj bike.
Basnews
