Di mehekî de 30 erdhej li Kurdistan û Iraqê pêkhatine
Desteya Giştî ya pêşbînî û seqanasî û erdhejên Iraqê ragehand, di heyama meha borî de 30 caran erdhej li navçeyên Kurdistan û Iraqê pêkhatine.
Li gor raporta heman desteyê hat ragehandin: Bi giştî ew erdhejane di naverasta Iraq û Kurdistanê pêkhatine û hejmara wan 30 erdhejin. Herwaha bi bandora 31 erdhejên li navçeyên Îranê, beşek bajarên Iraqê jî li gel wan erdhejan hejiyane, 5 erdhejên din jî erdhejên li Tirkiyê pêkhatine û bandora wan li ser navçeyên Kurdistan û Iraqê çêbûye.
Basnews
