Li bajarê Heyfa yê Îsraîlê ciwanekî piştî ku 10 kes kuşt, bi xwe jî hat kuştin
Kanala 12 a Îsraîlê ragehandiye, ku îro 27.02.2025, ciwanekî 24 salî ku xwedî nasnameya Îsraîlî ye, bi otomobîlê ketiye nav xelkê û ji ber wê sedemê jî 10 kes hatiye kuştin.
Li gor wê çavkaniyê ew bûyer li navçeya Kerkûr li başûrê bajarê Heyfa yê Îsraîlê qewimiye û di encam de jî tawanbar ji aliyê polîsve hatiye kuştin.
Berdevkê polîsê Îsraîlê ragehandiye: Ji bo girtina gumanbarên din hêzên li herêmê hatine bicihkirin.
Rudaw
