• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatina meha Remezanê li Mislimanan pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatina meha Remezanê li Mislimanan pîroz kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê, pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Roja 28ê Sibatê peyamek belav kir û tê de got: “Ez hatina meha Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im meha Remezanê bibe meha xweşî û aramiyê.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Xwedêyê mezin rojî, niza û xwedaperestiya her kesî qebûl bike.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Înê ragihand, sibe roja Şemiyê 1ê Adarê roja yekem a meha Remezanê ye.

 

 

K24

Top