• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir

Serok Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkeşî hemû musilmanên Kurdistanê, Iraqê û Cîhanê kir.

Di peyama Serok Barzanî de hat gotin: Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, pîrozbahiyên xwe pêşkeşî hemû musilmanên Kurdistanê, Iraq û Cîhanê dikim.

Herwaha got: Ji xwedayê mezin daxwaz dikim rojî û nimêj û duayên hemû aliyekî qebûl bike û ev meha pîroz xêr û bereket û aramiyê ji bo hemû aliyekî bîne.  

 

Rudaw

Top