Viyan Sebrî: Divê pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê de bê zêde kirin
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistan behsa encamên serjimêriya giştî li Iraqê dike û amaje bi wê dike ku pişka Kurdistanê li budceya giştî ya Iraqê bê zêde kirin.
Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê re ragehand: “Piştî ragehandina encamên dawî yên serjimêriya giştî ya niştecîhan, hejmar û rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê li Iraqê de aşkera bû, ku ew rêje nêzîkî ji sedî 15ê şêniyên welêt pêk tîne û pêwîste pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de bê zêde kirin.”
Viyan Sebrî ragehand: “Iraq di yasaya budceyê de pişka Herêma Kurdistanê bi %12.67 diyar kiriye, ji ber wê jî ez bi pêwîstî dizanim ku em daxwaza zêdekirina wê rêjeyê bikin, ango zêdekirina bûdceya Kurdistanê di hemû bendên wê de, weke mijara bikaranîna petrola navxwe, ku ji milyonek bermîl petrola Kurdistanê 150 hezar be û bûdceya dewletê ji bo me bi giştî %15 zêde bike.”
Herwaha aşkera jî kir: “Me nameyeke fermî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şandiye û daxwaz kiriye ku pişka Herêma Kurdistanê di lîsteyên bûdceya sala 2025an de li gorî encamên serjimêriya giştî be, li gorî xala sêyem a madeya 121 a destûra Iraqê.”
Basnews
