• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî piştgirî da banga Ocalan

Gulan Media February 28, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî piştgirî da banga Ocalan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser banga Ocalan got, "Em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û roleke di serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de radigihînin."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir û di banga xwe de ji PKKyê xwest ku xwe fesix bike û çekan deyne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser banga Abdullah Ocalan peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ez pêşwazî û piştgiriyê li her hewleke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên herêmê dikim.

Ez pêşwazî û piştgiriyê li her hewleke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên herêmê dikim.

Herêma Kurdistanê, her tim faktoreke girîng a aştî û aramiya herêmê bûye û di vî warî de, em amadebûna xwe ji bo her hevkarî û roleke di serkeftina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de radigihînin."

 

Rudaw

Top