• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Gulan Media February 27, 2025 Nûçe
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê    belav kir

Serok Barzanî di peyamekî de ji bo koça dawî ya Dayîka Ciwan, sersaxî ji malbat û kesûkarên wê re şand û ragehand: “Mixabin min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiya kurdperwer û xebatkara Rojavayê Kurdistan li Sûriyê û endama berê ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdista-Sûriyê xanima Sebah Mihemed Elî binavê din Dayîka Ciwan bihîst.”

Naveroka peyama Serok Barzanî:

Binavê xwedê mezin û dilovan

Min bi dilekî xemginî nûçeya koça dawî ya kesayetiyeke kurdperwer û têkoşer a  Kurdistana Sûriyê û endama berê ya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê xanim (Sabah Mihemed Elî) bi nave din (Dayika Ciwan) wergirt.

Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên xwedê jê razî (Dayîka Ciwan) û hemû azadîxwaz û têkoşerên Kurdistana Sûriyê re dixwazim û hevparê xema wan im.

Ji xwedayê mezin daxwazkarim ku rihê xwedê jê razî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyekî.

 

 

Basnews

Top