• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media February 27, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena   Nûnerên Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî îro 26.02.2025, li Selahedînê pêşwaziya Mehmûd Meşhedanî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û ewlehî yên navçeyê û herwiha peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de herwiha tekezî li ser hemahengî û xebata hevbeş a aliyên siyasî ji bo derbaskirina pirsgirêk û aloziyan hat kirin.

 

Rudaw

Top