Rêveberiya Trump pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê bipêş dixe
Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, Washington dê berdewam be li ser karê xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya Hêzên Pêşmerge.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Worberg ji K24ê re ragihand, “Bêguman rêveberiya Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump dê li ser karê xwe li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be û pêwendiyên dualî pêş bixe.”
Herwiha got, Washington dê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, li ser piştevaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.
Ev daxuyanî piştî wê tê, ajana “Reuters” ji 8 jêderên cuda belav kir ku rêveberiya Amerîkayê hişyarî daye Iraqê ku di zûtirîn dem de dest bi hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bike.
Di heyama çend salên borî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi awayekî berçav pêşde çûne û di dema borî de, çi Serokê Amerîkayê ji Demokratan an jî Komarxwazan be, tiştek di stratejiya ku Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hev ve girê dide, nehatiye guhertin.
Piştî rûxandina rejîma Beis di sala 2003ê de, pêwendiyên Amerîka û Kurdistanê zêdetir bipêş ketine, bi taybet di warê leşkerî û ewlehiyê de. Ev yek jî bi taybetî ji ber hevkariya Pêşmerge û artêşa Amerîkayê ji bo rûxandina rêjîma Beisê, piştre şerê li dijî terorîstan û piştre jî ji bo şikandina DAIŞê.
K24
