Îraq û Brîtanya lihevkirinekê bo pêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê îmza dikin
Ji bo pêşxistin û nûjenkirina çar zeviyên petrolê li Kerkûkê, lihevkirinek di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya British Petroleumê de hat îmzakirin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 25.02.2025) serperiştiya îmzakirina lihevkirineke navbera Kompaniya Petrola Bakur a girêdayî Wezareta Petrolê ya Îraqê û Kompaniya British Petroleumê BP, ji bo pêşxistin û nûjenkirina çar zeviyên petrolê li Kerkûkê, kir.
Li dû zanyaran, ew lihevkirin ji pêşxistina çar zeviyên petrolê yên serekî li Kerkûkê pêk tê, ew jî zeviyên Bay Hesen, Avane, Çemebor û Xebazê ne, herwesa ew lihevkirin nûjenkirin û berfirehkirina dezgehên gazî jî vedigire.
Serokwezîrê Îraqê li roja 14.01.2025ê serdana Londonê kir û ew lihevkirin bi Kompaniya British Petroleumê re îmza kir, bi merema weberhênanê li nav zeviyên petrolê yên Kerkûkê.
Bi nerîna şarezayan, ew lihevkirin zirarê digehîne zeviyên petrolê, bi awayekî ku yedeka petrola wî bajarî bi temamî kêm dike.
K24
