• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî civiyan

Gulan Media February 26, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Hadî Amirî      civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di hevdîtinê de behsa rûdanên siyasî yên dawî û rewşa giştî ya welat kir.

Her wiha pirsên hevbeş ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de û pêwendiyên dualî hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya bihêzkirina diyalog û têgihiştina di navbera hemû aliyên Îraqî de kir û karên hevbeş ên ji bo pêkanîna aramiya welat û çareserkirina kêşeyên heyî bi ruhê hevkarî û hevbeşiya niştimanî nirxandin.

Di heman demê de her du aliyan behsa rewşa welat û girîngiya parastina yekrêziya niştimanî ya di rûbirûbûna pirsgirêkên herêmî û navdewletî de kir.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn  ku Herêma Kurdistanê girîngiyê bi berdewamiya hevkariya bi hemû hêzên niştimanî yên li Îraqê re dide.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser girîngiya piştgiriya hewlên Hikûmeta Îraqê yên ji bo pêkanîna asayîş û aramî û bihêzkirina hevbeşiya niştimanî kir ku di berjewendiya tevahiya welat de ne.

 

Rudaw

Top