Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêkvejiyan û lêborîniyê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Sibatê pêşwazî li şandeke revenda Iraqî ya li Amerîkayê bi Serokayetiya Serokê Jûra Bazirganiya Kildanî - Amerîkî Martin Menna, kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pesnê rola revenda Iraqî ya li derve yên li warên bihêzkirina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re û piştgîriya wan ya li pêşxistina aborî û geşepêdanê de kir. Her wiha tekez li ser girîngiya parastina nasnameya niştimanî û firehiya kultûrî û olî ya Iraqiyan û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane ya li navbera hemû pêkhatan da kir.
Ji aliyê xwe ve, şanda mîhvan rûmeta xwe ya ji bo kultûra hevdu qebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane û lêborîniya li navbera pêkhatên cûda yên li Herêma Kurdistanê de derbirîn. Her wiha dakokiyê li ser bihêzkirina hevkariyên bi Herêma Kurdistanê re bi taybetî li warê aborî û veberhênanê da kirin. Bi cûreyek ku piştgîriya geşepêdanê bike û derfetên nû ji bo peywendiya li navbera revenda Iraqî ya li derve û Kurdistanê da birexsêne. Li vî derbarî de çend hizr û ramanên di derbarê kar û projeyên veberhênanê yên li Deşta Nînowa û Herêma Kurdistanê de xistin rû.
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser pêdagiriya Herêma Kurdistanê ya bi pêkvejiyana aştiyane û lêborîniya di navbera hemû çînên civakê da kir û ew piştrast kirin ku Herêma Kurdistanê herdem wekî mînakeke ji bo aştî û firehî û vekirinê dimîne. Her wiha bihêzkirina peywendiyên di navbera Iraqiyên li hûndir û derveyê welat û hevkariyên hevbeş yên bi navê paşerojeke baştir da, ji bo hemûyan bi girîng zanî. Her li vê demê de ji bo şandê, hemû hêsankariyek ji bo rexsandina bingeheke baş ya veberhênanê li Herêma Kurdistanê de derbirî.
K24
