Berpirsekî payeblind ê Amerîkayê: Îdareya Trump dê karkirina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike
Îdareya nû ya Amerîkayê di Serokatiya Donald Trump de radigehîne ku Washington dê peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê pêşbixe û karkirina li gel Hikûmeta Kurdistanê û hevkariyên li gel hêzên Pêşmerge berdewam bike.
Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Samuel Warberg ji K24ê re ragehand: ‘’Bi piştrastî îdareya Donald Trump dê karkirina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam be û peywendiyên dualî pêşbixe.’’
Herwaha diyar kir, Washington dê berdewam li hevkariyên ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê.
Çend roj berî naha ajansa Reutersê bi zimanê 8 çavkaniyên cuda ve amaje bi wê yeke kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî daye Iraqê, ku demekî kurt de şandina petrola Herêma Kurdistanê bide dest pê kirin.
Di çend salên borî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi awayekî berçav pêşdeçûn û dema borî de Serokê Amerîkayê çi ji Demokratan an jî ji Komarxwazan be ji wê stratejiye ti tiştek naguhere ku Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hevdu ve girêda ye.
Basnews
