Bulent Kaya: Rola Serok Barzanî di çareseriya pirsa kurd de girîng e
Serokê Koma Partiya Rêya Nû li Parlementoya Tirkiyeyê Bulent Kaya di serdana xwe ya Diyarbekir de bal kêşand ser girîngiya rola Serok Mesûd Barzanî di çareseriya pirsa kurd de.
Partiya Rêya Nû bi yekxistina Partiya DEVA, Partiya Saadetê û Partiya Siberojê hatibû damezrinadin.
Serokê Koma Partiya Rêya Nû Bulent Kaya ji K24ê re got: “Pirsa Kurd êdî ji sînoran derbas bûye, bûye pirsek navdewletî, di nava kurdan de jî çiqasî têkilî û diyalog hebe, em pê keyfxweş dibin.
Bulent Kaya got jî: “Birêz Mesûd Barzanî jî serokek girîng e. Di nava kurdan de hezkirinek mezin bo wî heye. Taybetmendiyek wî ya hêja heye ku dikare bi hemû hêz û rêxistinên kurdan re rûne û guftugoyê bike. Ev aliyê wî girîng e û bibandor e. Çiqasî dîyalog û danûstan hebin ewqasî jî derfetên çareseriyê derdikevin holê.”
K24
