Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Îro 23.02.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir û di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Andrew Bizley jî amade bû û rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingehê destûr û rêzgirtina li pêkhateya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin.
Serokê Hikûmetê ji ber dawî hatina erkê wî spasiya Balyozê Brîtanya kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê dema pêş de jê re xwast.
Mijareke din a civînê jî taybet bû derbarê gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Herdu alî hemraman bûn li ser giringiya pêkanîna hikûmetekî bihêz û yekgirtî û xizmetguzar a demekî kurt de bê avakirinê, ji bo ku bikare li hember astengan tekoşînê bike û karnameya çaksazî û xizmetkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de berdewam be.
Basnews
