• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şandeke ENKSê û Nûnerê NYê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Gulan Media February 23, 2025 Nûçe
Şandeke ENKSê û Nûnerê NYê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen re civiya.

Endamê şandeya ENKSê Ibrahîm Biro li hejmara xwe ya tora civakî ya Facebookê belav kir, di hevdîtinê de rewşa niha ya Sûriyeyê û nerîna ENKS derbarê qonaxa veguhêz li Sûriyê hat behskirin. Her weha tekezî li ser rola erênî ya Netewên Yekbûyî ji bo piştevaniya Sûriyan di derbaskirina vê qonaxê hat kirin.

Biro diyar di hevdîtinê de tekezî li ser rola Kurdan û pêwîstiya beşdariya wan di hemû dezgehên Sûriyê de di qonaxa veguhêz de hat kirin.

Herweha tekezî li ser nivîsandina destûrekê hate kirin, ku mafên gelê hemû pêkhateyên netewî û olî, di nav de jî mafên gelê Kurd parastî bin.

Şanda ENKSê ji Dr. Ebdulhekîm Beşar û Ibrahîm Biro pêk hatibû.

 

Basnews

Top