Sibe Israîl 800 êxisîrên Filistînî azad dike
Li beranberî azakirina 6 revandiyên welatê xwe, Israîlê biryar daye ku sibe 800 êxisîrên Filistînî azad bike.
Biryar e ku Israîl sibe (Şemî, 22.02.2025) 800 êxisîrên Filistînî azad bike, li beranberî azadkirina 6 revandiyên welatê xwe, li dû wê lihevkirina bi Hemasê re ji bo bicihanîna agirbesta Xezzeyê kiriye.
Azadkirina wan şeş revandiyan di demekê de ye ku duhî (Pêncşem, 20.02.2025) Tevgera Hemasê 4 term bi rêya Xaça Sor a Navdewletî bi Israîlê dane, sê ji wan terman ên malbata Bîbasê ne.
Wekî ku Bedevkê Tevgera Hemasê jî ragehand, “Endamên malbata Bîbasê ji ber bombebarana balafirên Israîlê hatin kuştin, tevî ku jiyana xwe ya asayî li jêr desthilata Tevgera Hemasê dikir.”
Li dû zanyaran, 51 ji wan 800 êxisîrên Israîl azad dike bi zindanîkirina heta hetayê hatibûn sizadan, 59 êxisîrên din jî ji wan in ên ku sizayên tund li ser wan hatibûn sepandin, 200 ji wan jî jin û zarokên kertê Xezzeyê ne û 445 girtiyên kertê Xezzeyê jî di nav wan de ne ku li van dawiyan hatibûn girtin, tevî wan 47 êxisîrên ku carekê hatibûn azadkirin û dubare hatibûn girtin.
Artêşa Israîlê îro (În, 21.02.2025) ragehand ku, pêşbîniya wê yekê dike ku piroseya lihevguhertina êxisîr û revandiyan berdewam be, wekî ku pilan jê re hatiye danan.
Tevgera Hemasê duhî (Pêncşem, 20.02.2025) termên çar revandiyên Israîlî dan destê Xaça Sor. Li dû malpera CNNê, Hemasê termê Şîrî Bîlbas (32 salî) li gel her du zarokên wî Erîlî (4 salî) û Kîfîrî (9 salî) bi Israîlê dane.
K24
